a photo of Dîno

Dîno

Dilê rezîl

Dilo, te gûhdar nekir Qet rojekî, şa nekir Mêzeke dîsa diçe Ma te qet ji xwe şerm nekir? Mêzeke dîsa diçe Ma te qet ji xwe şerm nekir? Dilo, dilek rezîl î Baş bû ketî vî halî Dîsa tu xapandine Bi derdê xwe binalî, waaax Dilo, dilek rezîl î Baş bû ketî vî halî Dîsa tu xapandine Bi derdê xwe binalî, waaax Ka carekî gûhdarke Dîsa xwe rezîl neke Edî yar venagere Min jî dîn û har neke Edî yar venagere Min jî dîn û har neke Dilo, dilek tolazî Neke hawar û gazî Xelkê yara te birye Bi halê xwe bibe razî, waaax Dilo, dilek tolazî Neke hawar û gazî Xelkê yara te birye Bi halê xwe bibe razî, waaax Te ez xwarim, helandim Wek serxweşan, gerandim Te bi baskên şikestî Pey evînan, firandim Biçe ji min dûrkeve Ji nava min derkeve Ji destê te ez westiyam Pêsira min bikeve, waax Biçe ji min dûrkeve Ji nava min derkeve Ji destê te ez westiyam Pêsira min bikeve, waax

Bêjebêje © 2015-2024