Dîno
Emir kuda çû
Ey felekê ka bibêje
Emir kuda çû?
Ew jî wek evînek derew
Hiştim, reviya, çû!
Duh zarok bûm, îro kalim
Ew dem bikuda çû?
Pir xayin bû, ez xapandim
Xatir nexwest, çû!
Pir xayin bû, ez xapandim
Xatir nexwest, çû!
Duh zarok bûm, îro kalim
Ew dem bikuda çû?
Pir xayin bû, ez xapandim
Xatir nexwest, çû!
Pir xayin bû, ez xapandim
Xatir nexwest, çû!
Por sipî bû, dil westîya
Evîn firya, çû!
Dil û cigeram hiliya
Xwîn vekişiya, çû!
Jonî laşêm nagerînin
Taqet nema, çû!
Dost û rê hevalên, derew
Tenê hiştim, çûn!
Dost û rê hevalên, derew
Tenê hiştim, çûn!
Jonî laşêm nagerînin
Taqet nema, çû!
Dost û rê hevalên, derew
Tenê hiştim, çûn!
Dost û rê hevalên, derew
Tenê hiştim, çûn!
Ezraîl hat ser sîngê min
Awir avêt, çû!
Got hêvîya gora xwe be
Ez dizanim, çû!
Mal û milkê vê dinya yê
Ji bîra min çûn!
Ew katibê xêr û gunah
Hisab çêkir, çû!
Ew katibê xêr û gunah
Hisab komkir, çû!
Mal û milkê vê dinya yê
Ji bîra min çûn!
Ew katibê xêr û gunah
Hisab çêkir, çû!
Ew katibê xêr û gunah
Hisab komkir, çû!