Dîno
Ez Zarokek Bênavim
Ez zarokek bênavim
Navê min winda bûye
Nahêlin bêm bîre xwe
Jiyan li min tarî ye
Ez zarokek bênavim
Navê min winda bûye
Nahêlin bêm bîre xwe
Jiyan li min tarî ye
Ez mirim Helepçê da
Bêdeng li nav xewê da
Kesekî ez nedîtim
Nav pelên dîrokê da
Ez mirim Helepçê da
Bêdeng li nav xewê da
Kesekî ez nedîtim
Nav pelên dîrokê da
Ez zarokek bênavim
Koçber im, Mexmûran da
Bi ewlekarî dijîm
Bin siya mirinê da
Ez zarokek bênavim
Koçber im, Mexmûran da
Bi ewlekarî dijîm
Bin siya mirinê da
Nawê min di dadgehan da
Buhara ciwaniyê da
Bîryara min hate girtin
Bi penûs ên qirêj va
Nawê min di dadgehan da
Buhara ciwaniyê da
Bîryara min hate girtin
Bi penûs ên qirêj va
Ez keçikeke biçûkim
Kolanên Mersînê da
Bûm çelekvanek hemdem
Kevrê min destê min da
Ez keçikeke biçûkim
Kolanên Mersînê da
Bûm çelekvanek hemdem
Kevrê min destê min da
Davêjim pêşerojê
Bo xatirê vê dozê
Davêjim pêşerojê
Bo xurtir bikim dozê [x3]