Dîno
Gula Dilê Min
Gula dilê min qetandin
Bê av hiştin çilmisandin
Bo evîna min şîn nebe
Çemê dilêm miçikandin
Nabe dilêm weha nabe
Bila gul bilbilê şa be
Ware gula min av bide
Bila evîn bê war nebe
Gula min bi xwînê şuştin
Ser axa wê bê war hiştin
Perçe kirin hev qetandin
Bilbila wê sêwî hiştin
Gulam kesk û sor û zer e
Evîna min bê xeber e
Bo te heliyam bûm penaber
Dil bi axîn û keser e