a photo of Dîno

Dîno

Gula Dilêmin

Gula dilê min qetandin Bê av hiştin çilmisandin Bo evîna min şîn nebe Çemê dilêm miçikandin Gula dilê min qetandin Bê av hiştin çilmisandin Bo evîna min şîn nebe Çemê dilêm miçikandin Nabe dilêm weha nabe Bila gul bilbilê şa be Ware gula min av bide Bila evîn bê war nebe. Nabe dilêm weha nabe Bila gul bilbilê şa be Ware gula min av bide Bila evîn bê war nebe. Gula min bi xwînê şuştin Ser axa wê bê war hiştin Perçe kirin hev qetandin Bilbila wê sêwî hiştin Gula min bi xwînê şuştin Ser axa wê bê war hiştin Perçe kirin hev qetandin Bilbila wê sêwî hiştin Nabe dilêm weha nabe Bila gul bilbilê şa be Ware gula min av bide Bila evîn bê war nebe. Nabe dilêm weha nabe Bila gul bilbilê şa be Ware gula min av bide Bila evîn bê war nebe. Gulam kesk û sor û zere Evîna min bê xebere Bo te heliyam bûm penaber Dil bi axîn û kesere Gulam kesk û sor û zere Evîna min bê xebere Bo te heliyam bûm penaber Dil bi axîn û kesere Nabe dilêm weha nabe Bila gul bilbilê şa be Ware gula min av bide Bila evîn bê war nebe. Nabe dilêm weha nabe Bila gul bilbilê şa be Ware gula min av bide Bila evîn bê war nebe.

Bêjebêje © 2015-2024