Dîno
Lê dayê ez gerîlla me
Çiya
Çiyayên bilind
Gelek deman
Bûn kela li himberê zordarî yê
Û bû ne hêvî ji bo azadî yê
Gelek caran, bûn himbêzên dayikan
Ji bo xewnên şevan
Û hinek caran jî
Diqeherin û mij digrin serê wan
Wê kesera delal
Û hinek caran
Diqehera zarokên xwe dixwi
Bilind in
Bilind û hêrsên çiyayên min
Bilind û hêrsên çiyayên min
Li çiyayê Zagrosê
Li çiyayê Nemrûdê
Li çiyayê Sîpanê
Bilind e
Li çiyayê Zagrosê
Li çiyayê Nemrûdê
Li çiyayê Sîpanê
Bilind e
Lê dayê ez gerîlla me
Li serê wan çiya me
Mirin ji min re dûr nîn e
Tev xwîna şehîda me, lê dayê
Lê dayê ez gerîlla me
Li serê wan çiya me
Mirin ji min re dûr nîn e
Tev xwîna şehîda me, lê dayê
Bang dike çemê Firat
Bi hêz dike Dîcle û Mûrad
Tev radibin dibêjin, ey welat
Bang dike çemê Firat
Bi hêz dike Dîcle û Mûrad
Tev radibin dibêjin, ey welat
Lê dayê ez şervan im
Li zinarên wan çiyan im
Heya azadî neyê
Dil bi kul û birîndar im, lê dayê
Lê dayê ez şervan im
Li zinarên wan çiyan im
Heya azadî neyê
Dil bi kul û birîndar im, lê dayê
Çi kûr e behra Wanê
Dikele û tê zimanê
Dibê ka welatêm Gulîstanê?
Çi kûr e behra Wanê
Dikele û tê zimanê
Dibê ka welatêm Gulîstanê?
Lê dayê tu wer meke
Hêsrê çavan wa meke
Gerek ez şehîd kevim
Şîrê xwe li min helal ke, lê dayê
Dayka min, tu wer meke
Hêsrê çavan wa meke
Gerek ez şehîd kevim
Şîrê xwe li min helal ke, lê dayê
Lê dayê tu wer meke
Hêsrê çavan wa meke
Gerek ez şehîd kevim
Şîrê xwe li min helal ke, lê dayê
Dayka min, tu wer meke
Hêsrê çavan wa meke
Gerek ez şehîd kevim
Şîrê xwe li min helal ke, lê dayê