
Dîno
Oy Yarê
Oy Yarê, oy hevalê
Stêrka şevên tarî
Hêviya dilên sarî
Nabînin tu ji min durî
Ji bo hêviyên azadî yê
Şîn bûye li ser zagrosê
Derket jor, nayê xwarê
Oy Yarê, oy hevalê
Stêrka şevên tarî
Hêviya dilên sarî
Nabînin tu ji min durî
Ji bo hêviyên azadî yê
Şîn bûye li ser zagrosê
Derket jor, nayê xwarê
Oy Yarê, oy hevalê
Ciwanîya amrêm kanî
Hêvîyên dilêm kanî
Xeyîdîn şûn ve naynê
Azadîya vê jînê
Ji min hatîye dizînê
Zarokatîya min kanî
Oy Yarê, oy hevalê
Ciwanîya amrêm kanî
Hêvîyên dilêm kanî
Xeyîdîn şûn ve naynê
Azadîya vê jînê
Ji min hatîye dizînê
Zarokatîya min kanî
Oy Yarê, oy hevalê
Hêsirê li çavêm dotin
Dil û cegeram sotin
Xewn û xeyalêm firotin
Me dîsa serî hilda
Di nav xwîna xwe jîn da
Tovên jiyanê evîn da
Oy Yarê, oy hevalê
Hêsirê li çavêm dotin
Dil û cegeram sotin
Xewn û xeyalêm firotin
Me dîsa serî hilda
Di nav xwîna xwe jîn da
Tovên jiyanê evîn da