a photo of Dîno

Dîno

Qêrîna Amedê

Çi qas dişewitî ew qas şîn dibî Lê lê amedê, dilêm amedê Bi azadiyê re evîndar dibe Lê lê amedê, dilêm amedê oy Hatin hatin hatin hevalêm hatin Rabe amedê, şa be amedê Çar agir çar dergeh dil çar perçeye Lê lê amedê, dilêm amedê Tu evînê nav dila veşartiyî Lê lê amedê, dilêm amedê oy Hatin hatin hatin hevalêm hatin Rabe amedê, şa be amedê Kulîlkên me avdan xwîna zarokan Lê lê amedê, dilêm amedê Pir biçûk bûn hîn zarokên ber bîstan Lê lê amedê, dilêm amedê Hatin hatin hatin hevalêm hatin Rabe amedê, şa be amedê oy

Bêjebêje © 2015-2024