Dîno
Şev
Şev ji tariya xwe tirsiya
Gul bi kelemên xwe tirsiyan
Ez bi evîna te tirsiyam, yar
Şev mane bi serên xwe
Gul bi tenê serê xwe
Ez mame di hesreta te, yar
Şev ji tariya xwe tirsiya
Gul bi kelemên xwe tirsiyan
Ez bi evîna te tirsiyam, yar
Şev mane bi serên xwe
Gul bi tenê serê xwe
Ez mame di hesreta te, yar
Para min, jana jînê
Jiyanam ket kemînê
Dîl bûm bi destê evînê, yar
Ez agir, tu dûkal î
Ez kevan, tu jî tîr î
Biçî jî, tê vegerî, yar
Para min, jana jînê
Jiyanam ket kemînê
Dîl bûm bi destê evînê, yar
Ez agir, tu dûkal î
Ez kevan, tu jî tîr î
Biçî jî, tê vegerî, yar
Xwîn li dil de keliya
Evîn dil de heliya
Çav mane li pey siya, yar
Vegere min nehêle
Dibînî dil bê hale
Wek xençera li ser dilê, yar
Xwîn li dil de keliya
Evîn dil de heliya
Çav mane li pey siya, yar
Vegere min nehêle
Dibînî dil bê hale
Wek xençera li ser dilê, yar