a photo of Dîno

Dîno

Were

Rûkena min were Delala min were Rûkena min were Delala min were We'z heyrana bejna te Roniya çavê’m were We'z heyrana çavên reş Delala dilê’m were Mala bavê te xirab be çima deynakî Delala dilê’m were Mala bavê te bişewite çima deynakî Roniya çavê'm were Ez heyrana bejna te Delala dilê’m were Ez heyrana çavên reş Roniya çavê’m were We'z çûm cem şêxê vekir Delala dilê’m were We'z çûm cem şêxê vekir Roniya çavê’m were Min bo te nuxsek çêkir Delala dilê’m were Min bo te nuxsek çêkir Roniya çavê’m were Male bavê te xirab be dîsa nehatî Delala dilê’m were Male bavê te xirab be dîsa nehatî Roniya çave’m were Nuxsê jî fêde nekir Delala dilê’m were Şêxan jî fêde nekir Roniya çavê’m were Çavên min li riya te ye Delala dilê’m were Çavên min li riya te ye Roniya çavê’m were Evîn bê te sêwîye Delala dilê’m were Evîn bê te sêwîye Roniya çavê’m were An em bibim wek Mem û Zîn bi hev negihêjin Delala dilê’m were An em bibim wek Mem û Zîn bi hev negihêjin Delala dilê’m were An jî wek Sitî û Tajdîn dilşadî bijîn Delala dilê’m were An jî wek Sitî û Tajdîn dilşadî bijîn Roniya çavê’m were

Bêjebêje © 2015-2024