a photo of Diyar

Diyar

Bira Huseyîn

Di payîzekê perwer da bû Roj li ber ava bû Qolincên dayka min hebûn Di dawîya şevên reş Mîna rojekê sor çawa tê dunyê Dayka min ji bi êşê pir giran tu anî dunyê bira Tu di himbêza me helnehat ti buy Cîranan gotibu ew kur wê bibe mêrxwazekî mezin Wiha behsa te dikirtin dayka min Û sal bi kêfên buharê hatine Û bi xemgînîya payîzê re buhûrîne di ser warê Dêrsimê ra Tu jî bi zilm û zora çakûçê zalima mezin buy Bi agirê dilê dayikan şewitî Te dilê xweyî şewitî bi ava çemê derd û kula, bi çemê Munzûrê av da bira Loma buye polat, buye egîdekî mêrxwaz Û xof û tirs ketî dilê neyara Cîranan ne şaş gotibu Te rûwê wan fuqera rêş dernexist Rûwê teyî ken, dilê teyî germ û berê te tim li çiya bû Di dilê birayê min da hêviya gelê min û evîna çiya hebû her tim Ax birayê min, hevalê min, egîdê çiyayê Munzûrê, Huseyênê min Tu êşa dilê min, berxê dayika min, û şêrê gelê min Birayê min Di şevekî lalda û reş tarî [x2] Ta xatir ji me xwest û xwe hişt derî [x2] Sal û wext buhûrîn û dem zivirî [x2] Çerxa felekê li ser serê me gerî [x2] Ax bira Huseyn cigera min Ax bira Huseyn hevalê min Tu berxê dayka min, şêrê gelê min [x2] Dibêjin rojek meha havînê [x2] Dîsa destxwînên artêşa romê Dîsa sîxurên artêşa romê Tu hiştine di nav gola xwînê Tu xistine di nav gola xwînê Te kirine mêhvanê vê dunyê [x2] Ax bira Huseyn cigera min Ax bira Huseyn hevalê min Tu berxê dayka min, şêrê gelê min [x2] Rêçên te li dora çemê Munzurê [x2] Bêhna te ji çiyayên Dêrsimê [x2] Çavê min li te digerin li her derê [x2] Bê te jiyan ne xweş wek mîna berê [x2] Ax bira Huseyn cigera min Ax bira Huseyn hevalê min Tu berxê dayka min, şêrê gelê min [x2]

Bêjebêje © 2015-2024