a photo of Diyar

Diyar

Bûkê Delalê

Bûkê delalê rabe xwe karke Xemla xwe girêde bejna xwe dake Şûşa miskê bi serê xwe dake Zava şêrîn e xortekî pak e Bûkê delalê bûka kurda yî Wek şemamuka li nava werza yî Çendî şêrîn î tu, çendî hêja yî Tu ezîza ber dilê zava yî Bûkê delalê tu xwe negirîne Hêstirê çavên xwe bes nebarîne Dilê dayika xwe tu neêşînî Zava ciwan e lê pir xwîn şêrîn e Lê lê bûkê lê rindikê lê lê gewrê rabe rabe Çava kilke. Xwe li bake şêrîn bûkê Dilê bûkê tiketik e Xema neke zava pak e Lezke lezke, haydê lezke Lê lê bûkê narîn bûkê Ev ç bûkeke çeleng e Xêlya bûkê reng û reng e Def û zirne girmegirm e Çima ji we naye denge Werin bigrin vê govendê Bigerînin li nava gundê Bûkê derxînin dereng e Bêhna zava gelek teng e Dawet xelas, cil û palas Herkes çû mal ref bi ref e Bxwk ditirse û dilerize Dilê bûkê tiketik e Zava dîn e, bê îman e Bûk delal e, pir şermok e Mal ava kirin bi kedê Sed pîroz û mibarek be

Bêjebêje © 2015-2024