a photo of Diyar

Diyar

Çavbelek

Çav belekê çav xezalê Ez aşiqê çavê te me Te nadim bi malê dinê Tu dinya min wêran neke Tu Zîn î ez Mem’ê te me Mem’ê Alan Mem’ê te me Jehr û evîn bi hev re bû yek Ez aşiqê çavê te me Çavbelek a’m emrê min xwar Ji bo wê bûme dîn û har Li te digerim gund û bajar Ji destê te ax û havar Çavên belek, biriyên qeytan Moriyê mercana li ser gerden Çiqasî bidim pesnê te Ez têr nabim ji çavên te Tu Zîn î ez Mem’ê te me Mem’ê Alan Mem’ê te me Jehr û evîn bi hev re bû yek Ez aşiqê çavê te me

Bêjebêje © 2015-2024