Diyar
Çavreş
Zû'ke zû'ke (zû bike) çavreş zû'ke
agirekî dade bila dû'ke
Min îşev xewneka xwe dît
ez bûm zave çavreş bûk e
Êdî were lê çavreşê
li serê min nehîştî fikir, hişê
Gewra rinda'm şarpa reşê
êdî were lê çavreşê
Îro mala bavê te gime_gim e
ez ji rêyek pirr dûr tême
Anê ne tî me ne birçî me
qewl û eslê/ bi emrê Xwedê xwazgençî me
Nabe nabe rindê nabe
ev halê me wuha nabe
Destê xwe bi destê min de
bila dilê me bihev şa be.