a photo of Diyar

Diyar

Dayika min

Dayikam pir nexweş bu birîna wê kûr Ez li xerîbiyê mam emê ji hevdu dûr Çavên xwe girtine hêdî hêdî bi zor Berf barî ser dilê min giran giran hûr hûr Çavên xwe girtine hêdî hêdî bi zor Janek ket dilê min zirav zirav wekî şûr Ez bimrim daye Ez kor bim daye Min nehêle û neçe Min nêhele bi tenê Min nêhele sêwî Çavên xwe gerandîye li dora xwe Zarokatîya min anîye bîra xwe Ji kesê ra negotiye xewna xwe Ez têr ne bum ji hêmbeza dayika xwe Çima tu ewqasî bi lezî Anê Me xatir ji hev ne xwast tuyî bi kuda herê Dijmin pir bi bextê rê li min girtine Min nehêle û neçe bi tenê Anê Felek pir xayîne rê li min girtine Min nehêle û neçe bi tenê anê

Bêjebêje © 2015-2024