a photo of Diyar

Diyar

Diçim Diçim

Diçim diçim ji warê we, min têr xwar ji zimanê we Diherikî ava Zem-Zem, venaxwim ji kaniyê we We kuşt bilbilê baxê min, çilmisandin kulîlkê min Şikandin guliyên darê min, berf barand we li havinê min Rojên geş da dost gelek bûn, ez li bircan ser textan bûm Bahozek li warê min rabû, kesek nema tev wenda bûn We diziyan xewnên min, çikandin ava kaniyê min Ken revandin ji lêvên min, tijî kul kir we dilê min

Bêjebêje © 2015-2024