a photo of Diyar

Diyar

Gelhat

Refek baz ji Cudî hilhat Ber bi kobaniyê vê hat Gelhat hat mîna Xizira Bi hawara me da hat Ey hevalê me yî Gelhat Tu ser çavê me ra hat Ser bazekî pir bi heybet Mîna çîyayê Ararat Dijminê me har û gêje Pir bi gemar û qireje Hevalê Gelhat lêdixe Erd û ezman li ber dihêje Ey Gerillayê qehreman Li dijmin rakirîye ferman Kobanê tu warê me ye Gelhat lê buye mêvane Gelhat tune sebr û tebat Mîna pêlen dicle û ferat Dijmin şikî li ber hêrsa wî Azadî ji mera kirîye xelat Pistî nivîsandin destan Dan pêy karwanê şehîdan Ew ketin nava dilê me Bun pakrawanê gelê me Gotin û Muzik: Diyar

Bêjebêje © 2015-2024