a photo of Diyar

Diyar

Gula Min

Yar dilê min de girtî Ez hêsirê şeveke lal im Bi ser dil de dinalim Tu di bîra min de yarê yarê [x2] Tariya şev de çum xar Dil buye tar u mar [x2] Bê te nabe nabe yar Tu di bîra min de ye yarê [x2] Tu gula ber bêhna min Tu evîna dilê min Him derd û dermanê min Ax bela ya serê min [x2] Hîv tune xwiya nayê Tirsim îşev sibe nebê Li ku ma ev roj dernayê Çi buye bi vê dinyayê [x2] Şevên reş bila herin Rojên geş tim ya me bin [x2] Ez û tu li ba hev bin Heta mirinê yarê [x2] Tu gula ber bêhna min Tu evîna dilê min Him derd û dermanê min Ax bela ya serê min [x2]

Bêjebêje © 2015-2024