a photo of Diyar

Diyar

Jin Jiyan û Maf

Ez keçikeke sêwî bûm, ez Zîna çarde salî bûm Bavê'm ez dame kalekî, ez firotim wek malekî Niha mame jineke(î) bî, min gelek êş û jan dî Bav û bira nabin xwedî, civak dike gorê bi saxî Cenet di bin lingên me da, lê em dijîn cehinemê da Xwedê tenê yê mêra ye, nabîne halê jina ye Hawar hawar, hawar hawar, hawar ji destê dilkeviran Em jîn dikin vê jiyanê, lê em najîn vê dunyayê Zulim li ser me dibare, jiyan li me tim hawar e Him difiroşin, him dikirin, li kêfa xwe dinêrin Eger em ji dil hez bikin, me li meydanan kevir dikin

Bêjebêje © 2015-2024