a photo of Diyar

Diyar

Keçika Pulurê

Gulam yeka pir rindikê Wek nêrgîzê pir nazikê Qeda bela wê bê ser min Dîsa ji bo min hindike Eman eman gulam eman Ez têr nebum ji wan dêman Kenekî te besê mine Direvîne derd û xeman Gulê keçika pulurê Gund û zozanan digerî Rojekî gulê nebînim Dest û pêye min nagirî Gul hem dilê hem cigerê Li ber çavê min tê û tere Dema ku gulam dikene Heyva çardeh ji xwe şerm dike

Bêjebêje © 2015-2024