a photo of Diyar

Diyar

Koçerê

Koçerê xweska mala me cînarê ma we bûye Bila'nê destê min li nav destê bûye koçerê Bila'nê ewa emrê min tenê çend roj ba Lê bi te ra l'ser kanîk û rûbaran Zozanên me yên jorîn ma Koçerê koçerê koçerê koçerê Koçerê çiyayên bilind berfa spî ne Nava sîng û berê te wisa ne Mîna zozanên me yên jorîn Şêst û şeş kanî ne Memikên te wisa ne Mîna melhemên dest hekîman Meriv deyne ser devê vê birînê koçerê oyy Sala par vî çaxî Zozanên jorîn ya min û te bû Îsal pê da xizan e nizanim konê kî lê ye Koçerê koçerê oyy koçerê koçerê Gotin û Muzîk: Gelêrî

Bêjebêje © 2015-2024