a photo of Diyar

Diyar

Lo Lo Dilo

Çiyayê me ber bi ba ye Darên şîlanê gul da ye Min li teva dil girtibû Îro li şûnê kes nemaye Lolo dilo, lolo dilo Bêje, bêje reben dilo Çima ji bo keçka xelkê Ez dikişînim derd û kula Çima ji bo rinda xelkê Ez dikişînim derd û kula Ne zivistan ne bihar e Berf dibare, çiqas sar e Min yara xwe winda kirî Derdêm bûye sed hezar e Dilo şeityo lo dilo Dilo melûlo lo dilo Dilo helyayo lo dilo Dilo rezîlo lo dilo Ev dilê minî delal Çima ketiye vê halî Tim ji kezebê dinalî Dilo şewityo lo dilo Ev dilê minî ezîz e Kewa min a gozel e qîz e Serê govenda dileyîze Dilo şewityo lo dilo Gotin: Gelêrî

Bêjebêje © 2015-2024