a photo of Diyar

Diyar

Riya Azadî

Riyan dimeşin hewar û çetin Gelek bi rê ketin hinek ji wan ketin [x2] Pir heval bun estêr rû ezman ketin Hin gelek şêr in hevi û xelat in [x2] Ev riya jînê Sor bûye bi xwînê [x2] Wê ji me re bîne azadiyê Wê ji me re bîne serbestîyê Bazên li ser lata, xwedanên çiya Xwe berdan nava deşt û geliyan [x2] Ketin nav axa şîn bûn bi hezaran Bûn bela serê xayin û neyaran [x2] Ev riya jînê Sor bûye bi xwînê [x2] Wê ji me re bîne azadiyê Wê ji me re bîne serbestîyê Wê ji me re bîne azadiyê

Bêjebêje © 2015-2024