a photo of Diyar

Diyar

Şirîn Şirîn

Şirîn şirîn şirînî tu mîna şekirî Şekir şekir şerbetî tu yara kê yî? Gava te dibînim keçê destim dilerizin Çavên teyî reş û belek bi min dileyzin Ketime taye te rindê tu car ranazim Tu bê were wele bîle ez ê bibezim Şirîn şirîn şirînî tu mîna şekirî Şekir şekir şerbetî tu yara kê yî? Delal tu pir nazikî rindika gundî Lê zalimî xapînokî bi hend û findî Poz bilindî li ber çavê xwe tu min nabînî Ez ê bi mirim bi vî halî wele bi vî derdî Şirîn şirîn şirînî tu mîna şekirî Şekir şekir şerbetî tu yara kê yî?

Bêjebêje © 2015-2024