a photo of Diyar

Diyar

Warê Me

Gelek xweşe li çiyayê me jiyan Jê tê bêhna gul û gîyan Ba pêl dide ji gelîyan Avê vexwin ji kanîyan Bihar hatiye li warê me Xwe xemilandin çiyayê me Zerîyê gunda çun zozana Jiyan xweş buye li warê me Xort derdikevin bilinda Dinêrin li bejna rinda Diqurin mîna qulînga Çi xweşe evîna gunda Gava baran li me dibare Bêhna xweş ji axê difure Ba lêdixe pelên darê Wekî zulf û biskên yarê Gotin û Muzik: Diyar

Bêjebêje © 2015-2024