a photo of Diyar

Diyar

Way Dunyayê

Ay dunyayê tu bêbext î Te zalim anîne ser textî [x2] Me roj nedî ti car wextî Para me ma tim bindestî [x2] Way dunyayê, way dunyayê Derd lêketê, Ar pekêtê [x2] Me ked da te gelek salan Te em xistin paşila guran [x2] Bi guran re kirin bira Lê wan em xwarin gelek caran [x2] Way dunyayê, way dunyayê Derd lêketê, Ar pekêtê [x2] Me got bira tu bi xêr hatî Gur fem nakir ji biratî [x2] Dev vekirî, diran sutî Binêr çawa kir biratî [x2] Way dunyayê, way dunyayê Derd lêketê, Ar pekêtê [x2]

Bêjebêje © 2015-2024