a photo of Diyar

Diyar

Xalo

Çiqas bihar tê li warê me yê şêrîn, Oy Xalo Xalo Bêhna te tê Xalo ji hemû Gul û nesrîn. Oy Xalo Xalo Bila bişkê destê xayîn û cahşan Oy Xalo Xalo Dan ber gulle xalê?m mîna hov û wehşa Oy Xalo Xalê min Wey la li min derdo, te re nabe dermano Oy Xalo Xalo Ji bîr nabî Xalo Her tim tu di dilde yî Xalo Xalê min Xalo dema payîz bibe li warê me, Oy Xalo Xalo Bila xwîn bibe her roj birînê me Oy Xalo Xalo Quling difirin diçin wek te ji çiyayê me, Oy Xalo, Xalo Disa mame Xalo bê te her tenê me Xalo Xalê min Wey la li min derdo, te re nabe dermano Oy Xalo Xalo Ji bîr nabî Xalo Her tim tu di dilde yî Xalo Xalê min

Bêjebêje © 2015-2024