a photo of Diyar

Diyar

Yarê Yarê

Bihar nayê tim payîz e li nav baxê min Sal mîna pelan hatin xwar ji dara 'emrê min Felek ez gerandim, anîm dawiya 'emrê min Yarê yarê yarê tu yî sebeba min Lê dîsa tu yî, li vê dilê da Buyî xwîn digerî li vê canê da Dîsa tu yî, tu yî li vê dilê da Buyî xwîn digerî li vê canê da Ferhad im, ez çiyan dikolim ka şêrîna min Siyabend im bi çolan ketim tune Xeca min Bextê Memê Alan yarê danî sere min Yarê yarê yarê tu yî sebeba min (Dîsgotin) Hatim dinê, dîsa diçim tu buyî yara min Te ne şah kir, ne jî kuşt im, kul kir dilê min Tu ne rojek te nepirsî çiye halê min Yarê yarê yarê tu yî sebeba min (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024