Dr. Ahmet Kaya
Bajarê Nav Xeyalan
Tu li min dinêrî
Li bajarekî mirinê ji nav xeyalan
Çavên te bajarekî tîne bîra min
Çavên te hemû emrê min ê windayî
Çavên te Dîyarbekirê tîne bîra min
Te digot ji min re kulilkekê bîne
Bila neqefile
Ma qey tu nizanî
Emrê min nuha di nav êgir da diqefile
Gotin: Îbrahîm Seydo Aydogan (ji helbesta bi navê Diyarbekir)