the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Dr. Ahmet Kaya

Kawkubara Min

Were were kawkubara min Çavê min li rê qerimî Îlaca min çareya min Eşq û şahî herimî Li alîyê şênê gundê me Def û dawet gimîn e Nakim kêfê bêyî te Dawet li ber min şîn e Wenda nakim kubra te Ez rojî me tu fitar Nabe xewn û mital e Were kawa mina kubar Li alîyê şênê gundê me Def û dawet gimîn e Nakim kêfê bêyî te Dawet li ber min şîn e Helbest: Fêrikê Usiv

Bêjebêje © 2015-2024