a photo of Ebdulqehar Zaxoy

Ebdulqehar Zaxoy

Hind Nemaye

Hind nemaye dê hêyne ve Ava warî vexuyne ve Rez û baxan dê têr av deyn Zevî û şuvan kêlîne ve Ewan gundên kavil krîn Rengê jînê lê nîneve Ew siruda serkeftinan Dê bêjîn û bêjîne ve Wan koçer û derbederan Ewêt belav li hemî deran Dê zivirînîn welat ava Jîna azad vejîne ve Da dijmin hemî bizanin Warê me Kurdane eve Me têr avda bi xuyna sor Lew em hatin zivirîne ve Zengîla jînê da lêdeyn Hemî rojê lêdeyne ve Ew siruda serkeftinan Dê bêjîn û bêjîne ve Hind nemaye dê hêyne ve Ava warî vexuyne ve Rez û baxan dê têr av deyn Zevî û şuvan kêlîne ve

Bêjebêje © 2015-2024