Efoyê Esad
Bêrîvanê 1
Were lê bêrîvanê, kubar kubar xwe ba neke, gundo
Cêrê xwe hilde, kaniya pişta mala me da qesme neke
Alîkî cegera min î sax maye, xirab neke, dimrim lê
Were bêrîvanê kurmal, tu rûniştî li ser tevnê
Erê nema bejna zirav li ser kewnê, wê mêze kewnê
Wez evdalê Xwedê, şev nîvê şevê tême xewnê, dimrim lê
Were bêrîvanê kurmal
Bejna bêrîvanam dara kêmê
Were fêzê ne zinar e, bina darê da gul sosin im
Wez mehrûmê Xwedê, nizam kura bêmê
Wez mehrûmê, nizam kura bêmê, gundo
Bêrîvanê kurmal, kavilê gunda wê bi hez e
Erê ne ma şera serê bêrîvana min gevez e
Bêrîvana minê kotiyê xorta ra serê xwe girêda, terz bi terz e, dimrim lê