Efoyê Esad
Beyazê
Derdo qurban wer Beyazê, lo wer Beyazê derdo
Wey yêtîmê, bejn bilindê, çev belekê, wê qubeqazê, wî li min, wî derdo
Derdo qurban, Beyaza mi sekinî derî malê, lo mi dinihêrî, li min
Wî gidîno, Beyaza mi sekinî derî malê, lo mi dinihêrî, derdo
Wez heyrana çew û burîyê belek lo dêmê gulî derdo
Derdo qurban, me ne pîkê wî lo, te li pîkê, derdo
Wezê herim ser qazîkî, ser melekî wî li min
Ez ê bêjim gelo çira vî emra da, du serê çê naçine lo ser balgîkê wî li min, wê
wî derdo
Derdo qurban li mi gorî, lo li mi gorî, derdo
Min xulama çevê belek, eniya gewer, bejna belek, zenda morî, wê li min derdo
Derdo qurban wer Beyazê, lo wer Beyazê derdo
Heft xwezila minê bi wî evd û însanî, şevekê şevê payîze, rojekî rojê bihara
nava sing û berê, wê tê da razê, wî derdo