Efoyê Esad
Domam (Şîrove 1)
De bê domam, gilî gazinê werdeka çêma
Nizanim, gilî gotinê mi domama mi, kawilê gunda da hîviya kê mam
Domam domam sed car domam
De bê domam, mi kurmalê, de bira mala me cînarê mala we bûya
Wey yêtîmê, de bira mala me cînarê mala we bûya
Wî de bira orta mala me û we da şûşa guşke pencere bûya
Bira gilî gazinê min domama mi kawilê gunda da tevî hev bûya
Bira ev qirpalê kirasê min tune bûya
Domam domam sed car domam
De bê domam, wî kurmalê
De bira sukra bavê te şişkestî bûya, ez ê neçûma taxa wiyalî
Min ê domama xwe nedîta li vî halî
Wey malîno, kesekê xwedanî xêra tune, agirekî berde vî gencirî vî qerpalî
Domam domam sed car domam
De bê domam, wî kurmalê
Dilê min jê ma, gul sosinê werdeka çêman
Nizanim, gilî gazinê mi domama mi, kawilê gunda da hîviya kê man
Domam domam sed car domam