Efoyê Esad
Domam (Şîrove 2)
De mê domam, wî kurmalê
De bira mala me cînarê mala we bûya
Wey yêtîmê, de bira mala me cînarê mala we bûya
Wê le bira gilî gazinê mi domama mi kawilê gunda da tevî hev bûya
De bira qirpalê şar, kirasê mi tune bûya, domam wî were domam, domam
domam, domam wî domam, domam, domam, domam, domam, domam, sed
car domam, oy oy oy
De bê domam, wî kurmalê
De bira sukra bavê domama mi şikestî bûya
Ez ê neçûma taxa wiyalî
Were min ê domama xwe nedîta li vî halî
Kesekî tu nîn e, agirekî berde vî gencirî vî qerpalî
Domam ax de domam domam, domam, domam, domam, sed car domam