Efoyê Esad
Hekîmo
Hekîmo, pismamo, delalî mala bavê mino
Hergî tê vî qedrê mala bavê mi dizanî
De tê wê melhemekî birînê birîndarê mala bavê mi ra çêkî
Ji dara darê zeytê, koka darê vê mercanê, de na wele şîrê teyrê bazî
De na wele şîrê teyrê bazî
Wez ê pêşkêşî hekîmê mala bavê xwe bikim, mal û halê dinyalikê, zêrê serê
van pîreka
Hergê qayîlbûna hekîmê mala bavê mi tu nîn e
Wez ê pêşkêş kim cotê memikê qîzane rûtê tazî, evdal im nemînim
Hekîmo, malxirabo, birînê birîndarê mala bavê min xedar in, birîn xedare
Hekîmo, malxirabo, bes e vê sîbê di ser me ra dikî nazî
Wez ê pêşkêşî hekîmê mala bavê xwe bikim, mal û halê dinyalikê, sed zêrî
sed sî pezî
Hergê qayîlbûna hekîmê mala bavê min tu nîn e
Wez ê pêşkêş kim cotê memikê qîzane rûtê tazî, evdal im nemînim
Hekîmo, malxirabo, birînê birîndarê mala bavê min xedar in, birîn xedare
Hekîmo, malxirabo, hergê tê wê qedrê mala bavê mi dizanî
Were tê wê qutiya dû dermana ji wiyalî hilînî werî viyalî, herê werî viyalî
Wez ê pêşkêşî hekîmê mala bavê xwe bikim, mal û halê dinyalikê, zêrê serê
van pîreka