Efoyê Esad
Nemînim
Were wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî bavo
Wî lo bavo, me li germê vê germistanê
Wî lo keko, me li germê vê germistanê
Erê nema çadir xêvetê bavê Edo lêdane
Girê Xebxebê texûbê Îranê
Were nemînim, nemînim, nemînim apo lo ji dinyayê
Were çadir xêvetê, bavê Edo lêdane
Girê Xebxebê texûbê Îranê
Heçî gava ser bavê Edo bû xelaya mêra
Erê bira hewara wî bata çend siyarekê lo eşîretê
Wî na wele, eşîr eşîra lo Kurdistanê
Were nemînim, nemînim, nemînim apo lo ji dinyayê
Wî lo bavo, bavê Edo siyarî bozekî yekta ye
Wî lo keko, bavê Edo siyarî bozekî yekta ye
Goz bin bavê Edo da tê fena ba ye
Şade şûdê bavê Edo gelekî gelek hene
Topraxa Romê xera kiriye bûna namûsê xîreta kurda ye
Were nemînim, nemînim, nemînim apo lo ji dinyayê