Efoyê Esad
Qazî
O de qazî, qazî, qazî
Kurmal, te li çava birû çende
Wey yêtîmê, te li çava birû çende
Stêr derketine mêzî, têne berî bende
Gelo, malî û gundîno, sing û berê qaziya min wisan e
Mînanî kaxizekî meriv bide destê dozde pîra, sêzde kala, çarde qîza, pazde
xorta
Şevekê şevê çiliya, rojekê rojê bihara, dike nake nayê xwendin qazî
Were wey lê yêtîmo gede
Wez ê ne qaz im qazekî qubeqaz im
Tê wê tu nifira nefsa canê min canikê nekî
Wez ê canikeke te ra canê ber miraz im
Ne mînana qîza nema okula okulbazê, qazî okulbazê
Were na wele dîsa rojê bîst pênc carê mînanî te têne derê mala bavê min
mehrûmê
Mi dikirin, mi dixwazin qazî