Efoyê Esad
Şîrîn Şêxê
By: Ciwan
Were hey lê lê, hey lê lê, hey lê lê şîrîn şêxê
Şîrîn şêxê, tu van kona lê çi digerî
Way êtîmê, tu van kona, li min yar yar, çi digerî
Were, çi digerî dawetê me penî gîzma, bextê mi ra dikî lê aveherî
Şîrîn şêxê, kaniya gundê me çirik e
Wî lê dînê, kaniya gundê lê yar yar, me çirik e
Were çirik e, wez merûmê Xwedê hetanî çûme welatê xerîba xerîbistanê, zi-
virîm hatim
Destê şêxa mi girtiye dane kotî şindokê mêrayî kinik e
Şîrîn şêxê, zerîyê gundê me meşiyane avê
Lê dînê, zerîyê gundê me meşiyane avê
Bejnbilinda lê xwe da pêşîyê
Kinika xwe da paşîyê
Qemera minê şermoke bû gelo çima xwe da navê
Were xwe da navê
Wez merûmê Xwedê hetanî rojekî xweş bim darê dinyayê
Paşî Şîrin şêxa xwe nadime zeriya tu silavê