Efoyê Esad
Tu Dîn î
Wey malîno, wez ê belekiya berfê çîya mame, tu dîn î
Wî tu dîn î, tu dîn î, wî tu dîn î
Wey gundîno, tava sibê, tîrêja royê daye me
Wez ê hêdî, hêdî halê dilê xwe ra heliyame, tu dîn î
Heliyame, heliyame, wî tu dîn î, tu dîn î, wî tu dîn î
Wey malîno, me hatîye berfa ser berana, êtîm gede
Salê îsal tê wez kirime goştê nav dirana, dirana, dirana
Wî tu dîn î, tu dîn î, wî tu dîn î
Wey malîno, lawikê min kewa kewê çîr e
Îro sê roj û sê şev e, ser sûra mala bavê min mehrûmê sekiniye, dizare, dikale
diqîre
Were tu dîn î, tu dîn î, wî tu dîn î