Efoyê Esad
Were Lo Lo
Were lo lo, were lo lo, were lo lo, were lo lo
Dayê mahrûmê, malê me danîne zozana
Zozanê Mêrgemînê, warê me Mendikî , were lo lo
Warî me Mendikî, kulê tê bikevî mala Memûdê Tatasî, muxtarê vê dewletê
Çawa sed darî binê lingê lawikê daye sed carî hicûm kiriye
Were lo lo, were lo lo
Wire sed darî binê lingê lawikê mi daye, sed carî hicûm kiriye
Heyfa min lê nayê, sed darî lêdanê sed carî hicûmkirinê
Heyfa min lê tê wê heyfê, çawa dest û lingê lawkê min qeyd kirine, berê wî
dane kela romê, wey lo,lo, lo,lo
Were lo lo, were lo lo
Were lo lo, were lo lo, were lo lo, were lo lo yabo
Dayê mehrûmê, malê me danîne zozana, zozanê Mêrgemînê, walî bi cede ye
Vê sibê lawikê minî kafirsankî siyar e
Kaputî ber şemsî mila da, mêdî xar e
Nizanim kê çi jê ra gotiye, mirûzî bê mede yî, bê pergal e
Were lo lo, were lo lo
Were lo lo, were lo lo, were lo lo, were lo lo yabo
Dayê mehrûmê, malê me danîne zozana, zozanê Mêrgemînê, walî bi cede ye
Lawikê minê vê sibê qabircankî siyar e
Kaputî ber şemsî mila da mêdî xar e
Nizanim kê çi jê ra gotiye, mirûzî bê mede yî, bê pergal e
Were lo lo, were lo lo