Efoyê Esad
Xezal
Lê lê xezal, xezalê dînê
Wez ê xezalim, xezala çiyangî dar im
Wez ê werdek im, werdeka golî sar im
Ax de wez ê werdek im, werdeka golî sar im
Par vî çaxê, wez ê dilketiya xortekî tûre bûm
Salê îsal kundê kor wez dame nava lepê xwe, ez dixwarim
Xezal im hey lê, wî delala mi hey lê lê
Lo lo gundo, min ê xezalek rakiriye, ber mi revî
Wey malîno, min ê delalek rakiriye, ber mi revî
Wey ber mi revî û ketiye pêşiya xezala mi, deşt û zozan, mêrg û zevî
Wey kurmalî, wekî sebeb îsal emrê te be
Wez ê sûretê te yê sor bigirim, bidim ber vî devî
Xezala min, hey lê wî, delala min hay lê lê
Lê lê xezal, xezalê dînê
Min ê xezalek rakiriye ber mi bezî
Wey yêtîmê, min ê delalek rakiriye, ber mi bezî
Were ber mi bezî û ketiye pêşiya xezala min, deşt û zozan, mêrg û derzî
Wey yêtîmo, wekî sedem îsal emrê te be
Wez ê sûretê sor ê xetexalî bigirim bidim ber wî devî, tu bigezî
Xezal im hey lê lê, wî delala min hey lê lê