the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Egîdê Têcir

Hesenîko

Hesen qurban, de Mûradê avê sare Herê Xwedê çirpiyê dorê bûne dare Çirpiyê dorê girt hesaro Wez ê xizêma zêr cotê bazina hespê Hesenîkê xwe ra bikime sol bizmare Wez ê rextê reşguliya hespê Hesenîkê xwe ra bikime doxhevsaro Waxta Hesenîkê min î kawî kubar diçe welatê xeriba De bira nevêjin çi siyarekî, bêpergalo, delîlê Asê Hesen qurban, li Mûradê mala weye Wez ê vê sibê Xirbo bişinime xanê maliya weye De bira roviyê reş bê pêşiya De belkî reşê şevê ber derêyo De belkî kara xwê ser da bêyo Wez ê destê Hesenîkê xweyê kawê kubar bigîrim bîbime ser malêyo, delîlê Asê Hesen qurban, wexta malê me li zozanê jor danîbûn Minê te va qewlê qeyar hev ra dabûn Wexta Hesenîkê min î kawî kubar çû welatê xerîba Awqas defterê me ketine Çemê Muradê, soz qirarê me betal bûn, sal zeman e Hesen qurban, hîveron e lo gundiyê ker e De tu ser xaniyê me megere Herê Xwedê kêran çam e, lo berdiyê der e Kafirê Xirbo tekîn e wê te bikuje Were mala xwe bar bike lo ji vir here

Bêjebêje © 2015-2024