the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Egîdê Têcir

Ker û Kulîlk

Heyê hey wî wî, hey wî wî, heyê De bira Emer Axa xêrê nevîne De bira dergûşa kurîn ber hembêza xwe nevîne Genim biçîne, zîwanê dewsê helîne Ax de wê çawa xwarziya ser xala da dişîne, şerê xal xarziya girane e Notila derdekî bê derman e, hey wî wî, ax hey wî wî, şêrê min nezan in ne bîlan in, hey wî wî Ax hey wî wî, Emer Axa, mesrefeke giran datîne êla Kîka Mila dicivîne De wê fîncana qawê ser taxima zêrîn datîne Divê kê fîncana qawê bîne, wê here Bêcanê Erebîstanê bîne Perîşanê xwe ra bistîne Hey wî wî, hey wî wî, ax hey wî wî hey wî wî Werdê go Kero, lawo, herg e dilê mi, herg e hey lo lo lawo herg e, dilê mi herg e Ax wez ê zanim Kulikê min ê meydanê, kuncikê şeke kerî piştê rê veke Hey wî wî, ax hey wî wî, hey wî wî, şêrê min nezan in hey wî wî Kero go dayê, han e bi mi hane, herê dayê hane bi mi han e Ax bes e mi xeman danane, minê kevirê çaqmaqa te aniye koka biran e Minê yek êvişandiye seva loman e, bira nevêjin Werdeka dê bê xwe ye, bê xwedan e Hey wî wî, hey wî wî, hey wî wî

Bêjebêje © 2015-2024