Egîdê Têcir
Mem û Zînê
Ax Xwedêyo tu dikî ferman e
Li basekî kewa tu bikî xwar e
Em sisêne, xatûn Zîna delal ser me bive çare
Seet nîvê şeve, pencera Memê Alanda bêne xware e
Sê kevotkê per hêşîn in
Ewê li va siqûma da dihejînin
Xatûna Zîna delal xwe ra hiltînin
Seet nîvê şevê, pencera Memê delal datînin
Zînê digo ev dergê bavê Mem e ji kolan e
Temam helebaşî pelewan e
Hedê bavê kê tê vê êvarê
Devê xwe kiriye xala sing û beran e
Memê Zînê hildabû çira şemdan e
De wê jimêrîbûn, yek bi yek minaran e
Paşê Zînê zanibû wekî li Memê Ala bûye mêvan e
Qîza wezîr digo Memê delal, çima wisa nazî
Serê xwe dernaxî vî kurkî û libasî
Ji qîza qazî, miftî, mela yekê ji xwe ra, naxwazî
Memê digo ew a dilê min dihebîne
Ew vir nîn e Cîzîra Bota dimîne
Ew qîza Mîr Sêvdîn e bûka Qere Tajdîn e
Navê wê keleş xatûn nazik Zîn e
Wexta Memê delal eva giliya digotin
Agir alavê, dil hinavê qîz û bûka disotin
Temam ji baxê torkirî derketin, cot bi cot in
Ax paşa go Memê min î delalî, kurîn e
Malxirab, navê hiş û aqil serî da tu nîn e
Tu navêjî diya mine pîr e, bavê min î kal e
Ez ê hîviya kî bidim text û tacê şehrê Mixur Zemîn e
Memê go Al paşa, bavê min î delal e
Wez jî zanim diya mine pîr e, bavê min î kal e
De tu emekê berê paşê bike mi helal e
Îdî kurtiya min te ra boş e, boşe û betal e
Memê digo gelî xulama, Borê min derxin derva e
Lêkin Zînê lal û durr Cewahir e
Heta Cizîra Bota serê min sefer e