the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Egîdê Têcir

Sincarê Talo

De lê yeman lê yeman Evdalo çemê Payê tê ser me ra dimilmilî De wê wade wade ser Behra Wanê re difetilî Xelqê vê biharê ketiye derdê xwe mal halê dinyayê Wez evdala Xwedê ketime derdê xwe Sincarê Talo, wê divê yeman, lê yeman lê lê yeman De lê yeman evdalo Mi go çemê Payê tê ser me ra, lemelem e Wêrana Payê tê ser me ra, lemelem e Îro sê rojê min e ber ketime rê nade me Wez ê bextê bi te da me Qeyd çîdarê dar giran in, lingê Sincarê Talo veke Wez ê tejî kuliya hildim konê erebiya, herime cem e Lê yeman, lê yeman, lê lê yeman De lê yeman, evdalo, mi go hîv e hîv e wê bi ron e Hîv e dilê mi evdalê ra hîveron e De çira konê bavê mi da dişixule, hemû don e Wez ê bextê bi te da me Qeyd çîdarê dar giran in, lingê Sincarê Talo wa di ber de Tilî û pêçiyê mi evdalê maşiyane ser şirîtê pêşî kon e, yeman Lê yeman lê yeman lê lê yeman

Bêjebêje © 2015-2024