Egîdê Têcir
Sîyabend û Xecê
Xecê go Siyabend wez ê Sîpanê Xelatê dinêrim, way li min
Lo darê deriyê de hêşîn dike fena ya mêrg û zevî
Siyabend qurban, ber destê te Xwedê at qerar be, kesekî hêsîr nebe dû meşa nêrî
Xecê go Siyabend wez ê Sîpanê Xelatê dinêrim, hay li min, lo dûman mij e
Tîrkevanê Siyabendê Silîvî lo gujeguj e
Siyabend mi nego gakûvî berde bira here ji xwe ra
Gakuviyo te yê çewa Siyabendê mi ser davêje
Siyabend go Xeca mi megrî, wî wî delalam megrî
Bejinzirav, çavên belek mebarîne
Dinya ye, xayîn e kesî ra nedûmiyaye te Siyabendê Silîvî ra qet namîne
Xecê go Siyabend, wez ê Sîpanê Xelatê dinêrim, hay li min, lo serê çiyê ye
De bira xera bibûya mala xweyê lo gakuviyê
Çawa serê Sîpanê Xelatê ji hev qetandiye, destê bûkê û zavê ye
De were menal Siyabend menal, Siyabendê Silîvî ra tune balgî û berpal
Weyla mi de dêranê Xwedê Xeca zeriyê ra tune cî û star
Siyabend mi go Xeca min meke, way li min delalam meke
De tu çavêt belek xerab meke
Dost û dijminê mi gelek e, dijminê xelqê koçerê li serê çiya ye
Dijminê min evdalê Xwedê gakuvî ye, wele qoce felek e