the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Egîdê Têcir

Wey Lê

Wey lê lê, wey lê lê Lê lê kawê bira mala me cînarê mala we bûya De mala me û we da kulek şûşe pencere hebûya De bira gilî gotinê bi xelqê têlî delal evdal hebûya Bila kiras milê min tune bûya Wey lê lê kawê, baran barî lê ji ezmana Dînê, baran barî lê ji ezmana De wê şil kiriye dar kulavê van şivana Bira mala zîvkerê gundê me ne ava be Xizêma dîlbera min xirab çêkiriye lêva ser dirana Gede qurban, mi go gede lawikê mi çû, lê êdî nayê Wey la teniya Mûşê riyê xwe dayê Gede lawikê mi ramûsanekê xwestibû, mi nedayê, mi nedayê Wey lê lê lê kawê hevraz diçûm lê berjêr hatim Dînê hevraz diçûm lê berjêr hatim Ewa dilê vê tolê notila tîrê wez hingavtim

Bêjebêje © 2015-2024