the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ehmed Ekaş

Dengê Zerdeşt

Tu bûyî dengê Zerdeşt Kawayê Medyayê Tu bûyî resmê Manî Baxçê ronahiyê Tu bûyî dengê Îsa Çermixa Romayê Dengê Hesen û Hisên Li nav Kerbelayê Tu bûyî deng û rengê Jiyan û azadiyê Gel orkestra te bû Serhildan awaz e Dîlan/Şoreş rengê te bû Bihar û Newroz e Mazlûm dengê te bû Egîd rext û saz e Zîlan çelengtir bû Li ser Monalîze Tu bûyî deng û rengê Jiyan û azadiyê

Bêjebêje © 2015-2024