a photo of Elî Înanir

Elî Înanir

Avesta

Avestaya Xabûr im Gewr û rind û pir çûrr im Di şer de mîna şûr im Kurd im ji vir ta esman Xabûr im Dicle û Firat Başok im baz û kelat Li Hemam min da berat Min hejand erd û esman Bi tankan hatin ser min Xwestin bibin qada min Rast hatin li xwîna min Min wek baranê barand Ez im keçka Efrînê Derman dikim birînê Bila dijmin ji bibînê Kerb û kîna ku diçand Ez im şaxa zeytûnê Mîna gul û beybûnê Xemla jîn û hebûnê Min hêza wan tev şikand Şehîdên wê rêz bi rêz Wek şîlanan xeml û xêz Karwanê şehîdan bihêz Min xwe bi karwan gihand Li ser min qe nekin şînê Welat Mem e, ez im Zînê Ez zindî me, tim li jînê Dara azadiyê min çand Helbest: Besam Mîstefa

Bêjebêje © 2015-2024